Li Iraqê ji kesên jirêderketî re navbeyna 10-15 salan cezaya hepsî wê bê dayîn. Pêşnûmaya yasayê cezaya hepsê di parlementoyê de hat qebûlkirin.
Parlementoya Iraqê, pêşnûmeya yasaya ku tê de jirêderketî sûcdar dike û heta 15 salan cezayê girtîgehê dide, pêşkêşî dengdana endamên parlamentoyê kir. Di rûniştina ku ji 329 parlementeran 170 kes beşdar bûn de, pêşnûmeya ku ji 10 heta 15 salan cezayê hepsê li kesên jirêderketî ceza dike, bû qanûn.
Her wiha teşwîq kirina ji rêderketinê re herî kêm 7 sal cezaya hepsê û ji zilamên ku weke “qesdanî weke pîrek xwe pêş didin” re jî navbeyna 1-3 salan ceza tê derpêşkirin.
Amerîkaya dagirker li dijî qanûnê bertek nîşan da
Wezareta Derve ya Dagirker a Amerîkayê biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo cezaya girtîgehê li kesên jirêderketî rexne kir.
Wezaretê got ku qanûn wê ekonomîya Iraqê ji bo cihêrengkirina aboriya xwe û kişandina veberhênanên biyanî qels bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
DAÎŞ, li wîlayeta Selaheddînê êrîşî artêşa Iraqê kir, di encama êrîşê de 4 leşker canê xwe ji dest dan, 8 leşker jî birîndar bûn.
Li Mumbaîya Hîndistanê ji ber firtûnayê bîlboard ket xwarê, di encama ketina bîlboardê de herî kêm 14 kes canê xwe ji dest dan.
UNRWA, daxuyand ku li Xezzeyê ji 150 hezaran zêdetir pîrekên ducanî ji ber şert û mercên tendursitîyê bi rîskan re rûbirûne.
Rejîma sîyonîst li Xezzeyê êrîşên xwe didomîne, di wan êrîşan de hejmarê şehîdan derket 35 hezar û 173yan.